Don Kîşot: Metafora lêgerîna mirovî ya ku Don Kîşot nemir dike

Muqades Agirî

Dema ku em pirtûkên li çar aliyê cîhanê bûne klasîk lêkolîn dikin em dibînin ku, taybetmendiya herî girîng a ku wan ji sedsalan heta roja me ya îroyîn nemir dike û dihêle em wan bi kêfxweşî bixwînin, adaptasyona lehengan ji bo roja îroyîn e. Pirtûka Don Kîşot an jî bi Spanyolî “Don Quijote” a Nivîskarê Spanî, Mîguel de Cervantes yek ji van romanên ku îro jî bi kêfxweşî tê xwendin e. Dema meriv dixwîne naxwaze ku biqede.

Ev şahesera, ji roja ku hatiye çapkirin heta niha bi gelek zimanan hatiye wergerandin û gelek caran hatiye çapkirin. Tê gotin ku piştî sê pirtûkên olî ên pîroz, herî zêde ev pirtûka hatiye xwendin. Don Kîşot, wek yekem romana nûjen tê binavkirin û beşa yekem di sala 1605an de ya duyem jî di sala 1615an de hatiye weşandin.

Berî ku Cervantes Don Kîşot binvîse, ji çend berheman û nivîskaran sirûşê digire. Yek ji van nivîskaran Mateo Alemán y de Nero ye. Berhema wî jî “The Life and Adventures of Guzman d’Alfarache” e.

Her wiha di bin bandora Destanên Ilîad û Odyssey a Homeros de jî dimîne. “Don Kîşot” pirtûkek e ku, ji ber şiyana xwe ya veguheztina di navbera şêwazên vegotinê yên dîrokî, navîn û nûjen de tê xelat kirin. Bi vê aliyê xwe ve dişibe berhema Decameron a alegorîk ku ji sed çîrokên dirêj pêk hatiye û di sala 1353an de ji aliyê helbestvanê ronesansê Gîovannî Boccaccîo ve hatiye nivîsîn.

Serlehengê romanê Don Kîşot kesekî zirav û dirêj e. Temenê wî dora pênciyan de ye. Li La Mancha dijî û navê wî yî rasteqîn Alonso Quîjano ye. Quîjano, bi şev û bi roj li mala xwe, pirtûkên li ser şovalyeyan dixwîne û di bin bandora van pirtûkan de dimîne. Ji ber vê yekê biryar dide ku ew bibe şovalyekî û li dijî neheqî û nebaşiyê têkoşînê bike.

Li aliyek din, di dilê serlehengê pirtûkê de evîna Dulcînea del Toboso heye. Kesayetiyeke wiha tine di rastiyê de. Ev karaktera jî di cîhana xeyalên xwe de çêkiriye. Quîjano, navê Don Kîşot li xwe dike û bi pêywira şovalyeyan şûr, mertalên ku ji dema kalikê wî maye paqij dike û bi hespekê jar Rosînante ve derdikeve rêwitiya xwe ya serpêhatiyên cûr bi cûr. Don Kîşot ne tenê karekterek e, ew her wiha metafora lêgerîna mirovî ya li pey heqîqetê û xeyalbûnê ye.

Ew ji Sancho Panzayê gundiyê xwe dixwaze ku di vê têkoşîna giran de ew bibe rêhevalê wî. Li hemberî keda Sancho jî soz dide ku wî têke wezîr û girekî yadîgarî wî bike. Pirtûk bikelecan, bimîzah û bihengame ye, li aliyek din jî, daxwaza afirandina tiştekî cidî ye. Nivîskar bi hêmayên rastî û xeyalî, asayî û derasayî ve, me dike nav rêwîtiyeke bêhempa.

Li aliyek din, nivîskar bi platforma romanê ve, civaka Spanyayê ji aliyê çandî, psîkolojîk û siyasî rexne dike. Cervantes, du peyamên girîng dide xwîneran; Yek ji van fikrên civakê caran şaş in, ya din jî, raman û fikrên meriv ji aliyê civakê neyê pejirandin jî, divê meriv li pey fikrên xwe here. Tevî tevgerên derasayî ên Don Kîşot, ew bi awayekî rêberî, bi cesaret li pey xeyalên xwe diçe.

Di warê awaza ku tê bikar anîn de Cervantes, bi piranî têkela satirî û hişyariyê hildibijêre. Kesekî zirav û bi emir, ”Don Kîşot” dibe şovalyeyekî çeleng û mîsyona rizgarkirina cîhanê jî hildigre ser namilên xwe. Li aliyek din, vê peyama xurt dide; mirov dikare li dijî hemî astengiyan têkoşîn bike û şopdarê xeyalên xwe be.

Gelek mînak hene ku Don Kîşot bi dînbûnê tê sûcdarkirin, lê îsbata rastîn a derûniya wî ya ne aram di rûbirûbûna wî ya bi aşên bayê de tê dîtin. Perwaneyên bayê ku Don Kîşot wekî milên dêwan dihesibîne û êrîşê wan dike, teswîra rastîn a asta dînbûnê ya Don Kîşot e.

Îroniya vê pirtûkê û ya dîroka wê, ew e ku Don Kîşot di rastiyê de bûye modela şovalyetiyê. Dibe ku ew bi rêheval, hesp û zirxê xwe ve, şovalyekî derasayî be lê, ew ne tenê figûrekî pêkeniyê ye, her wiha wek şampiyonekî jî, ketiye nav xeyalên navdar ên cîhanê.

Bûyer û serpêhatî li dora Don Kîşot û Sanchoyê hevrêyê wî û kesên ku tiranê xwe bi wan dikin bi awayekî dewlemed tê tasvîr kirin.

Her wiha xan, atmosfereke germ ya civakê nîşan dide. Xanên ku dema nivîsandina pirtûkê de cîh girtine, wan çaxan ji hemû beşên civakê re cihê civatê bûne. Xizan, dewlemend, rêwî her kes dikaribû di xanan de bihewe.

Don Kîşot, naxwaze ku di xanan de dema xwe xerc bike, di dawiya dawî, ew ji bo ku cîhanê ji xirabiyê û nebaşiyê biparêzê derketiye rê û dirban. Peywira wî pîroz e û dema wî jî gelekî bi qîmet e. Lê Sancho ji germahiya mal û malbatê hez dike. Xwerinên germ, sifreya têr û tije jiyaneke asayî li gorî wî ye.

Li aliyek din, diyalogên di navbera Sancho û Don Kîşot ahengeke pêhempa ye. Ji wan karakteran yek kêm bûya dibe ku pirtûk bê tehm bûya. Dilsoziya herduyan ji hev re bedewiyeke din dike nav dilê meriv. Hûrgileyek din jî ew e ku, her du karakter jî dilpak in û zirara wan ti kesî re nîne ev jî sempatiya xwîner radike asta herî jor.

Cervantes di navbera xeyal û rastiyê de kindireke pir zexim vedigre. Don Kîşot û rêhevalê wî Sancho, dikevin nava şerekî man û nemanê. Êrîşî perwaneyên aşan, kûpên şereban, şivan û gavanên li ber pez û dewaran dikin. Ew wekî du lehengên şervan şer dikin. Xwîn diherike her wiha nav û dengên wan li dinyayê belav dibe. “Di xeyalên wan de”.

Ya rastî ne bi qehremaniya xwe, lê bi xeyal û tevgerên xwe yên ecêb bi nav û deng dibin. Duk û Duşeşek nav û dengên wan dibihîzin. Herdu jî ji tiştên qeşmerî û henekan hez dikin. Wan tînin şatoya xwe. Wek Şovalyeyek rastîn qedir û qîmet didine Don Kîşot. Sancho jî dikin wezîrê giravek (ew der çîftlîk e).

Don Kîşot jî Sancho jî demeke kin ji halê xwe kêfxweş in. Paşê Sancho fêm dike ku ew nikare pêywira wezîriyê bike. Ji berpirsiyariyê îstîfa dike. Di heman demê de Don Kîşot jî dixwaze vegere gundê xwe. Herdu jî vedigerin gundên xwe.

Dema vegerê axaftina Sancho xwe bi xwe balkêş e. Ew ji bo bibe xwediyê girekî û peywira wezîriyê hilbigre derket rê. Bû xwediyê her duyan jî “xeyalî”. Lê belê ew fêm dike ku, dilşadiya mayînde li ser axa wî û li cem malbata wî ye. Cervantes li vir peyama aîdiyetê jî gelek serkeftî dide.

Piştî vegera gundê xwe, Don Kîşot nexweş dikeve. Dibêje ez êdî ne Don Kîşot im û vedigere karakterê Alonso Quîjano. Alonso Quîjano ji kesê dixwaze ku ew zû bike da ku ji gunehên xwe azad bibe. Her wiha piştî parvekirina aboriya xwe ji Sancho helalbûnê dixwaze. Pîştî azadbûna xwe ya ji gunehên xwe dimire.

Cervantes di qedandina romanê de karakterê Don Kîşot nemir dike. Quîjano dimre lê Don Kîşot li ser hespa xwe Rosînanteyê di wan zeviyên hêşîn de li pey lêgerîna heqîqetê va, di mêjûyen bi mîlyonan merivan de dimîne.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

xxx